ICAN: Peymana Îran-DYE nîşan da ku çekên nukleerî avantajeke stratejîk peyda nakin

Kampanyaya Navneteweyî ya Jiholêrakirina Çekên Nukleerî (ICAN) a xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2017’an e daxuyand ku peymana di navbera DYE û Îranê de hatiye îmzekirin nîşan da ku çekên nukleerî ewlehî an serweriya siyasî peyda nakin.

ICAN’ê ragihand ku peymana ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn a di navbera DYE û Îranê de hatiye îmzekirin nîşan dide ku çekên nukleerî avantajeke stratejîk a diyarker peyda nakin.

Di daxuyaniya ICAN’ê ya ku di sala 2017’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye de bang li ji hikûmetan hat kirin ku dersên rast ji encamên vî şerî derxin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekên nukleerî hem xeternak û hem jî ji hêla stratejîk ve bêbandorên wê derketine holê.

Dîrektora ICAN’ê Melissa Parke diyar kir ku şer tezên ku ji hêla dewletên xwedî çekên nukleerî ve hatine kirin, tam berevajiya wê  îspat kir.

Parke got, "Du hêzên xwedî çekên nukleerî êrîşî welatekî çekên wê yên nukleerî tinene kirin, lê ew hêzên xwedî çekên nukleerî neçar man ku paşve gav bavêjin."

Parke îdia kir ku çekên nuleerî ewlehî û avantajeke dîplomatîk nade aliyan û got ku ev çek tenê şer digihîne noqteyeke xeternaktir.

ICAN’ê daxuyand ku çekên nuleerî yên DYE û Îsraîlê di muzakereyan de avantajeke diyarker neafirand û peymana ku bi Îranê re hatiye kirin careke din girîngiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya dîplomasiyê danî holê.

 

Rêxistinê banga kir ku di vê Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî (TIAN) a ku çekên nukleerî qedexe dike were xurtkirin û bêtir welat tevlî pêvajoyê bibin.